ŞIWÊNPENCE

Derhêner: ZANYAR MUHAMMADÎNEKO

Mawe: 12’

Sala Çêkirinê: 2022

Zimanê Fîlm: KURDÎ

Jêrenivîs: TIRKÎ-INGILÎZÎ

Sînopsîs

Zara jineke Kurd a karker e, ku hem nasnameya xwe ya neteweyî û hem jî belgeya jidayikbûnê wenda kiriye. Ew diçe ofîsa qeyda sivîl da ku wan dîsa qeyd bike û bigire, ji ber ku ji bo serlêdana karekî pêdivî bi wan heye. Lê karmend jê re dibêje ku şopa tiliyên wê wenda bûye, û divê destên xwe çend hefteyan nexebitîne. Lê ji ber serlêdana kar ew nikare ewqas bisekine. Ew hewl dide çareseriyekê bibîne û bi karmend re diaxive da ku şansek din bide wê.

 

Jînenîgarî

Zanyar Muhammadineko fîlmçêker û hilberînerê Kurd e. Ew li Bokan, Kurdistana Rojhilat ji dayik bûye û mezin bûye. Wî li UTTC Ûrmiye’yê Lîsansê PE’yê standiye, û di sala 2016’an de jî li şaxa IYCS Ûrmiye’yê Dîploma ya Fîlmçêkirinê wergirtiye.  Wî fîlma xwe ya yekem di sala 2016’an de çêkiriye û li Parêzgeha Ûrmiyeyê weke hunermendê ciwan madalyaya zêrîn wergirtiye. Di sala 2020’an de bi Hawar Rahimî re Rêtaw Film Company ava kiriye, ku ev sazî karê hilberîn û belavkirina filman dike. Wî heta niha wekî nivîskar, hilberîner û derhêner çar fîlm çêkirine.