SÎTAV

Derhêner: DİLAN TOFTİK

Mawe: 18’

Sala Çêkirinê: 2025

Zimanê Fîlm: KURDÎ

Jêrenivîs: TIRKÎ-INGILÎZÎ

Sînopsîs

Bêrîvan û Hêlîn du xwişkên li navçeya Sûrê ya Amedê dijîn. Piştî dorpêçkirina navçeya Sûrê gel dest bi koçê kiriye. Bêrîvan û Hêlîn jî rojekê dîsa ji bavê xwe re xwarinê dibin û di rê de pisîka Hêlîn direve û wenda dibe. Wendabûna pisîkê dike ku her du xwişk bikevin qirika hev. Bêrîvan jî hewl dide ku hem ji bo veqetîna mecbûrî ya ji Sûrê û hem jî li hemberî guherînên ku kamilbûn bi xwe re tîne re li ber xwe bide. Hewl dide ku hem xwedî li jiyana xwe derkeve hem jî li bîra xwe.

Jînenîgarî

Dîlan Toftîk di sala 1994’an de li Êlihê hatiye dinyayê. Dibistana seretayî û navîn li Êlihê xwendiye û di sala 2012’an de li beşa Sînemayê ya Akademiya Çand û Hunerê ya Cegerxwîn perwerdehiya sînemayê wergirtiye. Di sala 2013’an de li Komaleya Sînemayê ya Rojhilata Navîn dest bi xebatê kir. Di gelek projeyên fîlman de cih girtiye. Di komîteyên mîhrîcanên wek Mîhrîcana Kurtefîlmên Kurdî ya Yilmaz Guney a Êlihê, Mîhrîcana Fîlman a Axtamaraya Wanê û Mîhrîcana Belgefîlman a FîlmAmedê de cih girtiye. Di fîlmê 14’ê Tîrmehê de alîkariya rejiyê kiriye.