XWÊFIROŞ

Derhêner: MARYAM SAMADI
Mawe: 14’
Sala Çêkirinê: 2023
Zimanê Fîlm: KURDÎ
Jêrenivîs: TIRKÎ, INGILÎZÎ
Sînopsîs
Jineke ducanî ku bi hevjînê xwe re bi firotina xwê li qeraxên gola Urmiyê debara xwe dike, ji ber bahoza xwê ya ku ji bela guherîna avhewayê û çalakiyên mirovî çêdibin, di bin metirsiya seqetbûnê de ye. Jina ku piştî firotina milkên xwe plan dike ku koçî bajêr bike, di vê navberê de hewlê dide zaroka xwe ya ji dayik nebûyî ji xetereyên jîngehê biparêze.

Jînenîgarî
Meryem Semedî di sala 1988’an de li bajarê Xoyê yê Rojhilat ji dayîk bûye. Di sala 2009’an de wek xwendekara sînemayê li Komeleya Sînemaya Ciwan a Îranê dest bi karê xwe kiriye. Meryem çendîn kurtefîlm çêkirine ku beşdarî gelek festîvalan bûne û ji bo xelatên curbicur bûne namzed. Meryem ku ji peywendiya bi çîrokbêjiya dîtbarî dilgiran e, di pîşesaziya fîlmê de di gelek karan de xebitiye, wekî mînak derhêner, alîkara derhêner, şêwirmenda senaryoyê û sêwirînera hilberînê.