ANÎTA

Derhêner: BEHZAD NALBANDI

Mawe: 15’

Sala Çêkirinê: 2023

Zimanê Fîlm: KURDÎ

Jêrenivîs: TIRKÎ-INGILÎZÎ

 

Sînopsîs

Di 27-ê Cotmeha 2020-an de belemek bicûk ji peravên Dunkirk, Fransa, derdikeve ku 19 koçberên neqanûnî bigihîne Îngilîstanê, lê piştî çend deqeyan binav dibe. 7 koçber li Kanala Ingilistanê xeniqîn, 5 jî ji malbateke Kurd bûn ku bi xeyalên jiyaneke baştir ketine vê rêwîtiya dijwar de. Ev anima-belgefîlmek e ku li ser çîrokek rastîn hatiye avakirin.

Jînenîgarî

Hunermendê dîtbarî û çêkerê belgefîlman ê Îranî Behzad Nalbandi (1972), li Dibistana Fîlman a Tehranê perwerdehiya sînemayê wergirtiye. Ew nivîskarê berhemên wekî Kaşkul (2010), Sibeha Roja Nehemîn (2012) û fîlma wî ya yekem a dirêj a xelatgirtî ya bi navê Nedîtbar (2019), ku çîroka mirovên di saziyên sererastkirinê de vedibêje, ye. Di berhemên xwe de ew bi gelemperî hêmanên anîmasyonê bikar tîne ku dikarin rastiya êşdar a pirsgirêkên civakî yên ku ew lêkolîn dike baştir ragihînin.