MÎRAS

Derhêner: BARAN REIHANI
Mawe: 5’
Sala Çêkirinê: 2019
Zimanê Fîlm: BÊ DÎYALOG
Jêrenivîs: BÊ JÊRENIVÎS
Sînopsîs
Mîras çîroka zarokekî ye ku hewl dide mîrateya malbatê zindî bihêle.

Jînenîgarî
Baran M. Reihani di sala 1985’an de li Mahabad-Îranê ji dayîk bûye. Piştî ku lîsansa xwe di warê rêveberiyê de qedand, wê biryar da ku qada xwe biguherîne. Wê di sala 2008’an de wekî anîmator dest bi kariyera xwe ya di anîmasyonê de kiriye. Her ku pêş ket, wê di warê anîmasyonê de rolên cuda yên wekî rigging, kompozîsyon, sêwirana karakteran, anîmasyona stop motion, anîmasyona 2D û rengkirinê ceribandiye. Wê li Zanîngeha Soore ya Tehranê mastera derhêneriya anîmasyonê qedandiye. Niha ew wekî derhêner li Zarok TV dixebite.