LI KURDISTANÊ ŞEV Û MIJ

Derhêner: SHILAN SAADÎ
Mawe: 114’
Sala Çêkirinê: 2024
Zimanê Fîlm: KURDÎ
Jêrenivîs: TIRKÎ-INGILÎZÎ
Sînopsîs
Belgefilma “Li Kurdistanê şev û mij” çîroka heft keçên ciwan ên ku di sala 2014’an de ji jenosîda DAIŞ’ê ya li dijî Êzidiyan reviyane, vedibêje. Bi armanca tomarkirina şopên jenosîdê û vegotina êşên kesên sax mayî, derhêner, ku bi kokên xwe yên Kurdî û travmayên zarokatiya xwe ya di şer de derbasbûyî bi karakteran ve girêdayî ye, wan pênc salan dişopîne. Di vê pêvajoyê de, salên ku wan li kampên penaberan ên li Tirkiyeyê derbas kirine, herwiha koçberiyên wan yên ber bi welatên Ewropayê ve jî dişopîne.

Jînenîgarî
Şîlan, fîlmçêker û derhênereke Kurd e. Li bajarê Mahabadê yê Rojhilatê Kurdistanê ji dayik bûye û mezin bûye. Li Zanîngeha Sureh a Tehranê di beşa Hunerên Bedew (Derhêneriya Sînemayê) de lîsansa xwe wergirtiye. Di sala 2008’an de li Dibistana Fîlman a Danîmarkayê ya li Kopenhagê, di bin şêwirmendiya Profesor Arne Bro de, beşdarî atolyeya çêkirina fîlmên belgefîlm ên bi navê “Zimanê Kesane di Fîlmên Belgefîlm de” bûye. Mezûna Berlinale Talents û Greenhouse ye. Gelek fîlmên belgefîlm û kurt ên li ser pirsgirêkên civakî yên li Kurdistanê çêkirine û ev fîlm li festîvalên fîlman ên neteweyî û navneteweyî yên wekî Festîvala Fîlmên Jinan a Navneteweyî, Festîvala Fîlmên Serbixwe, Festîvala Fîlmên Asyayê ya Çavê Sêyemîn, Festîvala Fîlmên Reggio, Festîvala Fîlmên Navneteweyî ya Bexdayê, Festîvala Fîlmên Navneteweyî ya Kimera, Festîvala Fîlmên Dîjîtal, Festîvala Fîlmên Navneteweyî ya Yilmaz Guney, Festîvala Uçan Süpürge ya Navneteweyî, Festîvala Fîlmên Mafên Mirovan, Festîvala Fîlmên Reş, Festîvala Fîlmên Belgefîlm a Amedê û Festîvala Fîlmên Navneteweyî ya Kane hatine nîşandan û xelat wergirtine.