RA

Derhêner: DEVRÎM TEKÎNOGLU

Mawe: 55’

Sala Çêkirinê: 2023

Zimanê Fîlm: KURDÎ

Jêrenivîs: TIRKÎ-INGILÎZÎ

 

Sînopsîs

Ev projeya belgefîlmî ya bi navê Ra (Rêya Manewî) nêzîkatiyên dawîn ên mirovan ku her tiştî bi xwe ve girê didin û xwe weke navendekê dibînin rexne dike. Her wiha belgefilm hewl dide îmkanên baweriyeke resen jî nîşan bide bê ev bawerî dikare çiqasî li ser têkiliya xweza û mirovan tesîrê çêdike. Nexasim jî ji mirovên cihana nûjen re. Belgefilm wekî din bi Elewîtiya li Dêrsimê jî dadikeve û nîşan dide ku ev bawerî bi zorê vediguhere rengekî dîtir.

Jînenîgarî

Ew li navçeya Pulurê ya Dêrsimê ji dayik bû. Di sala 1993’an de li Zanîngeha Stenbolê Beşa Hîtîtolojiyê xwend. Di dema xwendina xwe de, li cihên qursên taybet dersên folklora gel, wênekêşî û derhêneriya dîtbarî wergirt. Di sala 2008’an de rojnameyeke herêmî bi navê Dersim Hayat ava kir, di sala 2010’an de Weşanxaneya Famê damezirand. Di sala 2013’an de bû hev-damezrînerê kovareke bi navê Ma ku bi Zazakî/Kirmancî weşanê dike. Fîlmeke belgefîlmî ya bi navê Bindokuzyüzdoksandört di sala 2017’an de weşand. Fîlmeke anîmasyonê ya kurt a bi Zazakî/Kirmancî ya bi navê Her Çi Ra Çiyê Beno berhev kir û derhêneriya wê kir, ku li ser YouTube’ê hate weşandin. Piştî xebata pirtûkçeya bi navê Rêbera Pulurê, bû hev-nivîskar û weşangerê pirtûka bi navê Deriyê Ketina Dêrsimê Pêrtag.