STRANÊN BIRATIYÊ

Derhêner: ÇAYAN DEMİREL-AYŞE ÇETİNBAŞ

Mawe: 106’

Sala Çêkirinê: 2025

Zimanê Fîlm: KURDÎ-TIRKÎ-ERMENKÎ-EREBÎ

Jêrenivîs: KURDÎ-TIRKÎ-ERMENKÎ-EREBÎ

 

Sînopsîs

Di sala 1993’an de di nav Klûba Folklorê ya Zanîngeha Boğaziçiyê de projeya ‘Stranên Biratiyê’ dest pê kir. Ev projeyek fîlmê belgefîlmî yê dirêj e ku serpêhatiya muzîkî û siyasî ya vê rêwîtiyê vedibêje. Ziman, zarok, jin, dar, çem û biratîya ku sînor nikarin parçe bikin di vê hevdîtinê de hene. Li ser sehnê ne tenê ziman, lê dîrok, çand, helbest, nivîskar û hunermend jî hevdu dibînin.

Jînenîgarî

Di sala 1977’an de li Stenbolê ji dayik bû, Çayan Demirel piştî ku Fakulteya Îqtîsadê qedand, di sala 2000’î de bi xebatên dîroka devkî dest bi çêkirina belgefîlman kir. Belgefîlma xwe ya bi navê ’38’ ku qirkirina Dêrsimê vedibêje, di sala 2006’an de temam kir û di sala 2008’an de şîrketa Surela Film Yapim damezirand. Di sala 2009’an de belgefîlma wî ya bi navê ‘5 No’lu Cezaevi: 1980-84’ ku bûyerên li Girtîgeha 5 No’lu ya Amedê nîşan dide, di festîvalên cihêreng de xelatên Belgefîlma Herî Baş wergirtin. Di sala 2011’an de belgefîlma ‘Yıldız Alpar: Bedii Raks’tan Bugüne’ çêkir, paşê jî belgefîlma ‘Dr. Şivan’ (2013) ku jiyana xizmê wî, doktorê tibê û ronakbîrê Kurd Sait Kırmızıtoprak vedibêje, çêkir. Herî dawî di sala 2015’an de bi Ertuğrul Mavioğlu re derhêneriya belgefîlma ‘Bakur’ kir.

Di sala 1979’an de li Almanyayê ji dayik bû, Ayşe Çetinbaş di sala 2002’yan de ji Fakulteya Îqtîsadê ya Zanîngeha Stenbolê mezûn bû. Piştî ku li Zanîngeha Greenwichê li ser Siyaseta Giştî ya Ewropayê mastera xwe qedand, di projeyên belgefîlmên neteweyî û navneteweyî de wekî asîstana çêkirinê dest bi xebatê kir. Di navbera salên 2008-2014’an de di komîteya rêvebir a Festîvala Belgefîlmên Navneteweyî ya 1001’ê de, ku ji aliyê Yekîtiya Sînemavanên Belgefîlmê ve hate organîzekirin, cih girt. Ayşe Çetinbaş ku ji bo televîzyon, rojname û kovarên navneteweyî mihmandarî kir, bû yek ji damezrînerên Surela Film Yapim. Di bin banê Surela Film de belgefîlmên wekî ‘5 No’lu Cezaevi: 1980-84’ (2009), ‘Benim Çocuğum’ (2013), ‘Dr. Şivan’ (2013) û ‘Bakur’ (2015) çêkirin. Yekem belgefîlma ku Çetinbaş derhêneriya wê kir, ‘Yıldız Alpar: Bedii Raks’tan Bugüne’ (2011) bû.