ZALAVA

Derhêner: ARSALAN AMÎRÎ
Mawe: 93’
Sala Çêkirinê: 2021
Zimanê Fîlm: KURDÎ
Jêrenivîs: TIRKÎ-INGILÎZÎ
Sînopsîs
Di sala 1978’an de, niştecihên gundê piçûk ê Îranê yê bi navê Zalava, îdia dikin ku di nav wan de cinek heye. Çawîşê cendirme yê ciwan Mesud, ku li vê îdîayê dikole, bi kesekî ku hewl dide gund ji cinan xilas bike re, yanî bi şeytan kovker re, dikev têkiliyê. Dema ku Mesud şeytan kovker ji ber xapandinê digire, tirs û hêrsa gundiyan zêde dibe. Mesud û hezkiriya wî ya ku bijîşka dewletê ye, di demeke kurt de xwe di maleke lanetkirî de, bi gundiyên ku bawer dikin cin wan girtiye, dorpêçkirî dibînin.

Jînenîgarî
Arsalan Amiri, sînemavanekî Kurd-Îranî ye ku bi fîlma xwe ya yekem “Zalava” di Festîvala Fîlman a Venedîkê ya sala 2021’an de Xelata Mezin a Hefteya Rexnegiran û Xelata FIPRESCI’yê wergirtiye. Di sala 2015’an de, wî senaryo û montaja fîlma dirêj a bi navê “Nahid” (Derhêner: Ida Panahandeh) kir ku di Festîvala Fîlman a Cannes’ê de Xelata Prix de l’Avenir wergirt. Di van salên dawî de, Amiri di fîlm û rêzefîlmên ku pesnê wan hatine dayîn de wekî senarîst û montajker cih girtiye.