EZMÛN

Derhêner: SHAWKAT AMÎN KORKÎ
Mawe: 89’
Sala Çêkirinê: 2021
Zimanê Fîlm: KURDÎ
Jêrenivîs: TIRKÎ-INGILÎZÎ
Sînopsîs
Rojin, jina ciwan a dilşkestî ye ku piştî wendabûna hevjînê xwe bi depresyonê re têdikoşe. Ji bo ezmûna zanîngehê amadekarî dike. Ger ew di ezmûnê de bi ser nekeve, bavê wê dê wê bi zorê bizewicîne. Lêbelê, eger bi ser bikeve, dibe ku jiyanek azadtir bijî û ji çarenûsa xwişka xwe ya mezin Şilan biguherîne; Şilan bi zilamekî muhafezekar re zewaceke bêbext kiriye û tê xwestin ku bibe jineke malê ya guncav.

Jînenîgarî
Şawkat Amîn Korkî di sala 1973’an de li Kurdistana Iraqê ji dayik bûye û malbata wî di sala 1975’an de ji ber zordariya leşkerî reviyaye û 24 salan li Îranê di sirgûnê de jiyaye. Di salên xwe yên li Îranê û paşê dema vegeriyaye Kurdistana Iraqê, di warê şano, televîzyon û sînemayê de dest bi xebatê kiriye. Fîlmên wî yên kurt ên di navbera 1997 û 2005’an de hatine kişandin, di gelek festîvalên navneteweyî de hatine nîşandan û xelat wergirtine.
Korkî di sala 2006’an de li Kurdistana Iraqê yekem fîlmê xwe yê dirêj, “Crossing The Dust”, nivîsand, derhênerî kir û hilberand. Fîlmên dirêj ên din ên Şawkat Amîn Korkî ev in: Kick Off (2009) û Bîranîn Li Ser Kevir (2014). Fîlmê wî yê dawî, Ezmûn (2021), di 55’emîn Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Karlovy Vary de premîyera xwe kir û xelata rexnegiran (FIPRESCI) wergirt.