KUFTEPÊJÊ KU DIFIRE

Derhêner: REZAN YEŞİLBAŞ

Mawe: 106’

Sala Çêkirinê: 2025

Zimanê Fîlm: TIRKÎ

Jêrenivîs: KURDÎ-INGILÎZÎ

 

Sînopsîs

Kuftepêjê seyyar Kadîr, ji mêj ve dil dike ku bifire. Têdigihîje ku ew dikare bi rêya alavekî ku navê wê paramotor e, xeyala xwe ya firînê pêk bîne. Piştî wê gavê bi hêviyeke mezin û bêyî westan bi paramotorê ve mijûl e. Ev xeyala wî ya xerîb ji hêla kesên derûdora wî nayê famkirin û gelek caran jî ev kes wî rexne dikin.

Jînenîgarî

Rezan Yeşilbaş di sala 2008’an de lîsansa xwe ya beşa Sînema-TV ya Zanîngeha Marmara ya Stenbolê qedand. Di heman salê de, wî fîlmê kurt yê yekemîn ê “Trîlojiya Jinan” bi navê Hüküm (The Judgement) nivîsand û derhêneriya wê kir. Fîlm li gelek festîvalên fîlman ên navneteweyî kete pêşbaziyê û xelatên cihêreng wergirt. Fîlmê duyemîn ê trîlojiyê, Sessiz / Bé Deng (Silent, 2012), di Gulana 2012’an de di Pêşbaziya Fîlmên Kurt a 65’emîn Festîvala Fîlman a Cannesê de Xelata Palmeya Zêrîn wergirt. Fîlmê dirêj yê yekemîn ê derhêner, Kuftepêjê Ku Difire (The Flying Meatball Maker, 2025), promiyera xwe ya cîhanî di 54’emîn Festîvala Fîlman a Rotterdamê ya Navneteweyî de kir û di 44’emîn Festîvala Fîlman a Stenbolê de Xelata Lîstikvanê Herî Serketî yê Mêr wergirt.