SONNE

Derhêner: KURDWÎN EYÛB

Mawe: 88’

Sala Çêkirinê: 2022

Zimanê Fîlm: ELMANÎ-KURDÎ

Jêrenivîs: TIRKÎ -KURDÎ

 

Sînopsîs

Li Viyanayê, sê keçên ciwan, bi cilbûbergên xwe yên tesettûrî, vîdyoyeke dansê digirin. Dema ku vîdeo li înternetê belav dibe, Yesmînê ku ew yekane Kurd e di nav sê hevalan de, ji çanda xwe dûr dikeve. Di vê demê de, dema ku Nati û Bellaiki bi du ciwanên welatparêz ên Kurd nas dikin, rewş aloztir dibe.

Jînenîgarî

Derhêner û senarîst, di sala 1990’î de li Iraqê ji dayik bûye û niha li Viyanayê, Awûstûrya dijî û dixebite. Li Zanîngeha Hunerê ya Vîyanayê di warê wêne û anîmasyonan de perwerde girt.Li Akademiya Hunerên Bedew jî di warê hunerên dramatîk de xwendiye. Ji sala 2010’an û vir ve, kurtefîlmên wê li gelek festîvalan û pêşandanên kesane yên navxweyî û navneteweyî hatine nîşandan û xelatên wekî Xelata Nûjenên Kurtefîlmên Serbixwe yên Vîyanayê wergirtine. Belgefîlmê wê yê yekem ê dirêj Paradies! Paradies!, ku wê nivîsiye, derhênerî kiriye û çêkiriye, li festîvalên navneteweyî hatiye nîşandan û gelek xelat standine.