ROJBASH

Derhêner: ÖZKAN KÜÇÜK

Mawe: 90’

Sala Çêkirinê: 2023

Zimanê Fîlm: KURDÎ

Jêrenivîs: TIRKÎ-INGILÎZÎ

 

Sînopsîs

 

Kemal, ku salên xwe ji bo şanoya Kurdî terxan kiriye, dest pê dike ku hemû endamên ekîba xwe, ku niha li seranserê cîhanê belav bûne, kom bike da ku şanoya bi navê Rojbaş, ku wan 25 sal berê li ser sehnê lîstibû, ji nû ve bîne ser dikê.

Jînenîgarî

Di sala 1975’an de li Dêrsimê ji dayik bû. Li Zanîngeha Marmarayê di Beşa Radyo Televîzyon û Sînemayê de bi tezê “Sînemaya Tirkiyeyê ya Salên 90’î” lîsansa bilind qedand. Li Stenbol û Amedê di warên cihêreng ên sînemayê de xebitî û li ser sînemayê gotarên rojnameyê nivîsî. Li Amedê di damezrandina Akademiya Sînemayê ya Cegerxwîn de cih girt û dersên sînemayê da. Afirînerê festîvalên fîlman ên Filmamed û Kısa Dalga ye. Fîlmên wî/wê ev in: Pepûk (2013), Seyid-Hakikat Yolunda (2011), Nohutlu Pilav (2005), Diyarbakır Damlarında (2005), Mamoste Arsen (2004), Yıllar Sonra İşte Diyar-ı Bekir (2003), Yapıcılar (1999).