PÎREBOK

Derhêner: LÜTFİ İRDEM
Mawe: 58’
Sala Çêkirinê: 2022
Zimanê Fîlm: KURDÎ
Jêrenivîse: TIRKÎ-INGILÎZÎ
Sînopsîs
Adem, zilamekî xizan û xûz e. Ew dide pey efsaneya pîrebokê ku di zarokatiya xwe de bihîstibû. Li gor efsaneyê biryar dide ku malbatekê ava bike. Paşê ew pêrgî jinekê tê ku tevî keça xwe ji ber wêraniya şer reviyaye û xwe spartiye welatekî cîran.

Jînenîgarî
Di sala 1986’an de li Sêwregê ji dayik bûye. Li Amedê bi wênekêşî û sînemayê re mijûl dibe. Di fîlma Di Navberê De de wekî alîkarê derhêner û lîstikvan xebitîye, di fîlma kurt a Jina Nexuyayî de jî wekî senarîst, derhêner, derhênerê wêneyê û lîstikvan kar kiriye. Herwiha di fîlmên dirêj ên Cano û Veşartî de wekî rêveberê hilberînê xebitîye.