KEÇA XAMA Û ZAROK
Derhêner: BINEVŞA BÊRÎVAN
Mawe: 80’
Sala Çêkirinê: 2024
Zimanê Fîlm: FRANSÎ-KURDÎ
Jêrenivîs: KURDÎ-TIRKÎ
Sînopsîs
Avesta, jineke ciwan a Kurd-Êzdî ye û ji DAIŞê rizgar bûye. Xwe li Brukselê dibîne û li dijî zilamê ku ew kiriye kole edaletê digere. Bîranînên tarî û barê zarokek nedilxwaz Avestayê bernade. Lê Avesta teslîmî şert û mercan nabe û bi daxwaza tolhildanê tevdigere.

Jînenîgarî
Binvşa Bêrîvan li Stenbolê ji dayîk bûye. Ew ji Midyadê ye û keça nivîskar Medenî Ferho û biraziya Serokê Enstituya Kurdî ya Brukselê Derwêş Ferho ye. Bêrîvan sala 1997an hatiye Belçîkayê û di Med Tv de xebitiye. Piştre dest bi zanîngehê kiriye û beşa sînemayê xwendiye. Binevşa Bêrîvan çend kurtefîlm kişandin û bi wan xebatan derketiye pêş. Wê seranserê cîhanê di gelek festîvalên fîlman de bi taybetî ji bo “La mélodie du petit château” û “Phone Story” xelat wergirtiye
