DÎWARÊ ÇAREM

Derhêner: DAVID OELHOFFEN

Mawe: 120’

Sala Çêkirinê: 2024

Zimanê Fîlm: FRANSÎ

Jêrenivîs: TIRKÎ-KURDÎ

 

*Bi hevkariya Navenda Çanda Fransî*

Sînopsîs

Lubnan, sal 1982. Derhênerê şanoyê yê îdealîst Georges, ji bo ku soza xwe ya ji bo hevalekî kevn pêk bîne, diçe Beyrûdê û dest bi projeyeke xeternak û utopîk dike: ji bo ku di nav şerê navxweyî yê dijwar de kêliyekê be jî aram bijî, hewl dide lîstika Antigone li eniya şer derxe ser dike. Karakter, ji aliyê lîstikvanên ji komên siyasî û olî yên cuda ve tên lîstin. Georges di bajarekî ku di nav şer de wêrabûye di bin rehberiya Marwan de ye. Dema ku şer dîsa dest pê dike, her tişt ji nûve tê lêpirsî û Georges ku evîndarê Imane ye, neçar dimîne bi rastiyên şer re rûbirû bibe.

Jînenîgarî

David Oelhoffen di sala 1968’an de ji dayik bûye. Piştî karê çêkeriya filman, di sala 1997’an de ji bo Xelata Césars hate hilbijartin û di festîvalên cuda de xelat wergirt. Ev yek, sê fîlmên kurt ên din jî şopand, ku di nav de “In my absence ” (Di tunebûna min de) ku di sala 2002’an de Jûriya Clermont-Ferrand jî tê de cih digire, û “Sous le bleu” ku di sala 2004’an de li Festîvala Fîlmên Venedîk hate nîşandan û filmê sala 2006’an ku diyariyê César kiriye. Di heman salê de, di sala 2007’an de fîlma xwe ya dirêj a yekem “Our Reunion” (Hevdîtinên Me) kişand ku li Hafteya Rexnevanên Cannes hate nîşandan. Fîlma wî ya dirêj a duyemîn “Away From Men” (Ji Mêran Dûr), di sala 2014’an de li Festîvalên Venedîk û Toronto hate nîşandan. Di heman demê de di sala 2014’an de senaryoya hevpar a fîlma “L’Affaire SK1” jî nivîsand.