HYSTERIA

Derhêner: MEHMET AKİF BÜYÜKATALAY

Mawe: 104’

Sala Çêkirinê: 2025

Zimanê Fîlm: ELMANÎ-INGILÎZÎ

Jêrenivîs: TIRKÎ-KURDÎ

 

*Bi hevkariya KINO (Rojên Filmên Elman)*

 

Sînopsîs

Gava li seta filmekî Qur’aneke şewitî tê dîtin, kêşanên film ber bi cihekî din ve diçin û her diçe rewşeke kaotîk ava dibe. Stajyer Elîf ku di nav agir de maye, ber bi lîstikeke xeternak a tijî sir, tawanbarî û derew ve tê kişkişandin. Filmê Mehmet Akif Buyukatalay ku bi komplo û rageşiyê hatiye hûnandin, filmek di nav filmekî de ye. Her wiha temaşevan bi gelek bûyerên ecêb re rû bi rû dimînin. Ev film bi rêya dîmenên bi tesîr li ser dînamîkên hîsteriyê nihêrîneke ciyawaz ava dike.

Jînenîgarî

Di sala 1987’an de li bajarê Bad Hersfeld ê Elmanyayê ji dayik bû û li Akademiya Hunerên Medyayê ya Kolnê xwend. Di sala 2019’an de fîlmê wî yê bi navê Oray di beşa Perspektive Deutsches Kino ya Berlinale’yê de hate nîşandan û piştî ku Xelata GWFF ya Baştirîn Fîlmê Yekem wergirt, gelek xelatên navneteweyî stend. Bi şirketa hilberînê ya filmfaust ku bi Claus Herzog-Reichel re damezrandiye, fîlmên dirêj û belgefîlmên navneteweyî û xelatgir ên wekî Aşk, Mark ve Ölüm (Love, Deutschmarks and Death) ku di sala 2022’an de di Panorama’yê (BERLINALE) de hate nîşandan, nivîsî û hilberîneriya wan kir.