TENÊ QEZAYEK BÛ

Derhêner: CAFER PANAHI

Mawe: 102’

Sala Çêkirinê: 2025

Zimanê Fîlm: FARSÎ

Jêrenivîs: TIRKÎ-KURDÎ

 

Sînopsîs

Qezayek piçûk a trafîkê du mêrên ku xwedî dîrokeke hevparin digihîne hev. Yek li pey tolhildanê ye, lê paşê guman dest pê dikin. Panahî bi rêwîtiyeke aram dest bi filmê xwe dike û car caran mîzaheke sivik jî ava dike. Her wiha çalakiyên karekteran jî bi baldarî tên şopandin. Lê di heman demê de rexneya rejîmekê ye jî, rejîma ku li ser xelkekî tirsekê ava kiriye û kesên li hember vê rejîmê li ber xwe didin.

Jînenîgarî

Cafar Panahî di sala 1960’an de li eyaleta Mîaneh a Îranê ji dayik bû. Weke derhêner û senarîstê Îranî filmên ku rexneyê li rejîma Îranê dikin çêdike. Di nav fîlmên girîng ên Panahî de Balona Spî (1995), Hevêrk (2000), Taksi (2015) û 3 Rû (2018) hene. Di sala 2025’an de li Festîvala Fîlmê Cannesê bi fîlma “Tenê Qezayek Bû” Xelata Palmiya Zêrîn wergirt. Di dirêjahiya kariyera xwe de Panahî gelek caran bi hikûmeta Îranê re li dijî hev bû. Hinek ji fîlmên wî li welêt qedexe bûn û di salên 2022-2023’an de di hepsê de ma.