FANON

Derhêner: JEAN-CLAUDE BARNEY
Mawe: 133’
Sala Çêkirinê: 2025
Zimanê Fîlm: FRANSÎ
Jêrenivîs: KURDÎ-TIRKÎ
*Bi hevkariya Navenda Çanda Fransî*
Sînopsîs
Frantz Fanon, psîkîatrê fransî yê ku ji Martinîkê ye, wekî serokê beşa Nexweşxaneya Psîkîatrî ya Blîda li Cezayîrê dest bi kar kir. Rêbazên wî ji rêbazên bijîşkên din ên ku li vê naçeya kolonîzebûyî dixebitîn, cudatir bûn. Ev film filmekî otobiyografîke ku di dema Şerê Cezayîrê de derbas dibe. Behsa têkoşîna mirovahiyê ya li hember kolonyalîstan dike.

Jînenîgarî
Derhênerê fransî Jean-Claude Barny ji Guadeloupe û Trinidadê ye. Sînemaya auteur a Ewropayê tevî şêwaza sînemaya Emerîkî dike û bi vî awayî hewl dide gotineke nû ava bike di sînemayê de. Di sala 1994’an de bi Vincent Cassel û Mathieu Kassovitz re Putain de Porte derxist, paşê di kadroya lîstikvanan a La Haine de cih girt. Di sala 2003’an de koçî Guadeloupe kir û fîlma xwe ya dirêj a yekem Nèg Maron (2005) derxist û paşê rêzefilma kurt Deadly Tropics (Tropîkên Mirinê) çêkir. Di filma xwe ya duyem Gang of the Caribbean (2016) de otobiyografiya Loïc Lery ji nû ve şîrove dike. Piştî çêkirina filmê Fanon, niha bi filmê xwe yê Siki re mijûl e.