ENÎŞK

Derhêner: ASLI ÖZARSLAN

Mawe: 86’

Sala Çêkirinê: 2024

Zimanê Fîlm: TIRKÎ-ELMANÎ

Jêrenivîs: KURDÎ-INGILÎZÎ

 

Sînopsîs

Xewna herî mezin a Xezalê ew e ku jiyanekê ava bike. Tevî gelek serlêdanan, kes wê venaxwîne ji bo hevdîtina kar. Di şûna wê de, ew di bernameyeke perwerdehiyê ya Saziya Kar û Karkeran de asê dimîne, ku fersendên nû pêşkêşî wê nake. Lê belê di rojbûna xwe ya 18’an de, Xezal xwe bi hêz hîs dike. Mîna rojên berê, ku digel hevalên xwe bawer dikir ku heke bi hev re bin, dikarin her tiştî bi ser bixin.

Jînenîgarî

Di sala 1986’an de li Berlînê ji dayik bûye, wê li Zanîngeha Bayreuthê şano û medyayê, li Université Paris-Sorbonne (Paris IV) felsefe û civaknasî û li Filmakademie Baden-Württembergê derhêneriya fîlmên dokumenter xwendiye. Di sala 2009’an de, wê yekem fîlma xwe ya kurt çêkir. Di sala 2012’an de, wê vîdyoya 11 deqîqeyî “Kanak Sprak Bist Du” çêkir, ku li ser zaravayê Almanî yê ku ji hêla ciwanên di civakên pirneteweyî de tê axaftin e. Fîlma wê ya sala 2014’an Insel 36 û fîlma wê ya mezûniyetê ya sala 2016’an Dil Leyla xelatên neteweyî û navneteweyî wergirtin.