KOWBOY

Derhêner: EMMA ROZANSKI

Mawe: 93’

Sala Çêkirinê: 2024

Zimanê Fîlm: SPANÎ

Jêrenivîs: TIRKÎ-KURDÎ

 

Sînopsîs

Ger çîzmeyên kowboyan li lingê we tê, li xwe bikin. Hatina hespê bêserûber, di jiyana Bernicia de -ku hewl dide bibe kowboyek- dibe sedema gelek bûyeran. Bernincia ku serxwebûyinê hîna nû kifş kiriye, divê di vê rêwîtiya xwe de ji heqê gelek zehmetiyan derkeve. Zehmetiyên ku serxwebûyina wê tehdît dikin. El Vaquero filmekî îlhamdar e li ser diyarkirina çarenûsa xwe.

 

Jînenîgarî

Emma, nivîskar, derhêner û hunermendeke wêneyên livdare ya Awustralyalî ku di navbera London, Chicago û Bogotayê de dijî. Di bin şêwirmendiya derhênerên navdar ên navneteweyî de, mastera xwe ya derhêneriya fîlman qedandiye. Di Dibistana Fîlman a Saraybosnayê de bi fîlmçêker Bela Tarr re xebitî. Hin derhênerên ku tesîr lê kirine û îlham dane wê ev in; Cristian Mungiu, Apichatpong Weerasethakul, Agnieszka Holland, Guy Maddin, Gus Van Sant û Carlos Reygadas.