WEKE LAWEKÎ

Derhêner: NICOLAS BOUKHRIEF

Mawe: 102’

Sala Çêkirinê: 2024

Zimanê Fîlm: FRANSÎ

Jêrenivîs: TIRKÎ-KURDÎ

 

*Bi hevkariya Navenda Çanda Fransî*

 

Sînopsîs

Jacques Romand, mamosteyek dîrokê ye ku baweriya xwe bi pîşeya xwe winda kiriye. Şevekê dibe şahid ku sê ciwanên diz êrîşê xwediyê dikanekê dikin. Ew Victorê qereçî yê 14 salî, ku yek ji wan ciwanên diz e, diqefêle. Rewşa vî ciwanî tesîrekê li Jacques dike. Ew dibe heyranê vî “ciwanê hov” û bi vî awayî hewl dide dîsa baweriya xwe bi perwerdeyê bîne.

Jînenîgarî

Nicolas Boukhrief di sala 1963’an de ji dayîk bûye. Ew senarîst, derhêner û aktorê fransî ye. Boukhrief wekî rojnamevan dest bi kariyera xwe kir. Di sala 1990’an de li ser Canal+ Rojnameya Sînemayê afirand, û heta sala 1993’an nivîskarê sereke bû, dema ku bû berpirsyarê bernameya sînemayê. Ji Kanûna 1997’an ve, ew bernamevanê Klûba Fîlmên Min li Canal+ e dixebite. Bi Richard Grandpierre re, hevberpirsyarê Canal Plus Ecriture bû. Ew ji sala 1985 heta 1987’an weke alîkarê Andrej Zulawski xebitî. Paşê weke senarîstê hevpar ê fîlma Jean-Jacques Zilbermann Not Everybody’s Lucky Enough to Have Communist Parents kar kir. Her wiha weke senarîstê Assassin(s), ku ji aliyê Mathieu Kassovitz ve hate hilberandin xebitî.