AX Û PER

Derhêner: STEFAN MALESEVIC
Mawe: 77’
Sala Çêkirinê: 2025
Zimanê Fîlm: MAKEDONÎ-SIRBÎ-TIRKÎ
Jêrenivîs: KURDÎ-TIRKÎ INGILÎZÎ
*Bi hevkariya Festîvala Fîlman A DokuFestê*
Sînopsîs
Ayten û Erdogan, ku li gundê Kanat li Bakurê Makedonyayê dijîn, bi hewldanên xwe yên hevsengkirina hînkirina tasawûfa Bektîşî ya 800 salî bi dijwarîyên jiyana nûjen re, zarokên xwe mezin dikin. Di vê geliyê ku tûtûn tê çandin de, civakek Tirk-Mûsliman a bi girêdana bawerî, malbat û kevneşopî, bi bingehê bawerîya ku hemû zindî wek in, bêdeng pêşveçûna wekheviya cinsî ya civakî dide der.

Jînenîgarî
Stefan Malešević, fîlmçêker û kûratorê fîlmên Sirbî ye ku niha li Holandayê dijî. Li akademiya film.factory ya Saraybosnayê, di bin şêwirmendiya Béla Tarr de, perwerdeya hilberîna fîlmê wergirtiye. Belgefîlma wî ya “Gora” (2016), li Beldocs û DokuFest xelatên wergirtiye û li gelek festîvalên fîlmên navneteweyî yên wekî Visions du Réel hatiye nîşandan. Fîlma wî ya yekem a dirêjmetraj “Mamonga” (2019), li Karlovy Vary prêmîyera xwe kiriye, li New Horizons a Wroclaw, Festîvala Fîlmên Navneteweyî ya Marrakesh û gelek festîvalên din ên navneteweyî hatiye pêşkêşkirin. Ji sala 2019’an ve endamê Akademiya Fîlmên Ewropayî ye û ji sala 2021’an ve wekî Serokê Beşa Sînemayê ya navenda çandî De Balie ya Amsterdamê kar dike.