DANSA BÊDENG

Derhêner: AYNUR ÖZBAKIR
Mawe: 41’
Sala Çêkirinê: 2024
Zimanê Fîlm: TIRKÎ
Jêrenivîs: KURDÎ-INGILÎZÎ
Sînopsîs
Dansa Bêdeng, çîroka Eda Tavacı, balerîna yekem a kerr a Tirkiyeyê, û têkiliya wê ya awarte bi dengan, muzîkê, mirovan û laşê wê re vedibêje. Ew çîroka serkeftinê ya jineke ciwan e ku bi dansê li dijî deng, adetên heyî û kerrbûnê radibe. Bi saya dansê ji zehmetî û qelsiyan xelas dibe.

Jînenîgarî
Wê li Zanîngeha Trakyayê beşa Odyometriyê xwend. Li gelek saziyên tenduristiyê wekî odyometrist xebitî. Li televîzyonan wekî kameraman, pevxistinkar û di navenda nûçeyan de wekî şefê prodûksiyonê kar kir. Atolyeyên sînemayê saz kir. Dersên pevxistinê da. Wê wekî koordînator di hilberîna gelek fîlmên xwendekaran de pêşengî kir. Di vê demê de, piraniya wan belgefîlm, gelek fîlm çêkirin.