GUKLA

Derhêner: EMİNE UYSAL BERGER-ÖZGÜR CEYLAN
Mawe: 20’
Sala Çêkirinê: 2024
Zimanê Fîlm: TIRKÎ-RUMÎ
Jêrenivîs: KURDÎ-INGILÎZÎ
Sînopsîs
Gukla fîlmeke psîkolojîk û tirsê ye ku balê dikişîne ser hesta aîdiyetê ya ji bo bajarê wan ê sê karakterên ji sê nifşên cuda yên Îzmirî, ku bi tesadufî li qonaxeke wêranbûyî dicivin. Piştî xaniyê Xaltîka Fatma ji ber “kentsel dönüşüm”ê tê xerakirin ew mecbur dimîne li qonaxekê bi cih bibe. Paşê ferq dike ku li vê qonaxê ji bilî wan hin zindiyên din jî jiyane.

Jînenîgarî
Di sala 1982’an de li Îzmîrê ji dayik bû. Xwendina xwe ya seretayî û navîn li Îzmîrê temam kir. Di sala 2001’ê de ket beşa Sînema-Televîzyonê ya Fakulteya Hunerên Bedew a Zanîngeha Dokuz Eylûlê û di sala 2005’an de di warê derhêneriyê de mezûn bû. Di sala 2006’an de li Daîreya Çand û Hunerê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Îzmîrê dest bi xebatê kir. Di sala 2007’an de di lîstika şanoyê ya bi navê Yurdum Kılındığında Tüm Dünya ku projeyeke Yekîtiya Ewropayê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Îzmîrê bû, alîkariya derhêneriyê kir. Di 9. Festîvala Fîlman a Mafên Zarokan a Navneteweyî de bû endama lijneya şêwirmendiyê û jûriyê. Weke koordînatora sînemayê li Şaredariya Bajarê Mezin a Îzmîrê, di Pêşbaziya Fîlmên Kurt ên Neteweyî ya Îzmîra Bêasteng û bernameya fîlman a “Yeniden Sinematek” ku di sala 2009’an de dest pê kir û hêj berdewam e, û herwiha di organîzasyonên sînemayê yên cuda de weke koordînatora projeyê xebatên xwe didomîne.