BANGEWAZIYA DIRINDE

Derhêner: SAUL FREED
Mawe: 14’
Sala Çêkirinê: 2023
Zimanê Fîlm: INGILÎZÎ
Jêrenivîs/: KURDÎ-TIRKÎ
*Bi hevkariya Festîvala Fîlman A Clermont Ferrand*
Sînopsîs
Fîlmeke xeyalî ya dîroka xwezayî ku çerxa jiyana dramatîk a masiyê Somon dişopîne, ji çem ber bi deryayê û paşve, masî di forma mirovî de nîşan dide. Ev serpêhatî ji hêla Marianne Faithfull ve tê vegotin.

Jînenîgarî
Saul, bi derhêner Karnî Arîelî re ji bo BAFTA’yê bûye namzed. Saul, perwerdeya huner û muzîkê wergirtiye û bi xwe anîmatorekî 3D û sêwirînerê karaketeran e. Ew ji afirandina qadeke “fanteziya rojane” hez dikin ku tê de wêneyên bedew û fîlmên anîmasyon û efsûnî têne hevgirtin. Karnî & Saul, di sala 2010’an de bi BBC re fimekî kurt ê bin avê “Turning” çêkirin. Ev filmê ku bi awayekî efsûnî hatie sazkirin behsa zarokekî û sê çûkan dike. Fîlm paşê li festîvalên cîhanê hate nîşandan û di sala 2011’an de ji bo BAFTA’yê hate namzedkirin. Fîlmê wan ê dawî Wild Summon, li Cannesê hate hilbijartin û her wiha dîsa ji bo BAFTA 2024 hate namzedkirin.