PORTEQALEK JI YAFAYÊ

Derhêner: MOHAMMED ALMUGHANNI
Mawe: 27’
Sala Çêkirinê: 2023
Zimanê Fîlm: EREBÎ, INGILÎZÎ-ÎBRANÎ
Jêrenivîs: TIRKÎ-KURDÎ
*Bi hevkariya Festîvala Fîlman A Clermont Ferrand*
Sînopsîs
Mihemed, ciwanekî Filistînî, bi lez û bez li taksiyekê digere ku wî di nuqteya kontrolê re derbas bike da ku bi diya xwe re, ku li aliyê Îsraîlê li benda wî ye, hevdîtinê bike. Li nuqteya kontrolê, ajokar Farûq fêr dibe ku Mihemed berê jî di derbaskirina sînor de têk çûye. Pirsgirêk dest pê dikin…

Jînenîgarî
Mihemed Elmuxennî, ku di sala 1994’an de li Xezayê ji dayik bû, derhêner û senarîstê fîlman e. Wî li Polonyayê ji Dibistana Fîlman a Lodzê di warê Derhêneriya Fîlman de lîsans û masterê xwe wergirtiye. Fîlmên wî yên ku li ser edaleta nijadî û jiyana sosyo-polîtîk a di dema şeran de ne, li festîvalên wekî Ji.hlava (2020), IDFA (2023) û Clermont-Ferrand (2024) xelat wergirtine.