EW Ê DAWIYA MIN BIBE HEPS

Derhêner: ALEXANDRE DOSTIE
Mawe: 23’
Sala Çêkirinê: 2019
Zimanê Fîlm: FRANSÎ
Jêrenivîs: TIRKÎ-KURDÎ
*Bi hevkariya Festîvala Fîlman A Clermont Ferrand*
Sînopsîs
Reva Maureen Sauvageau bi dawîyek ji nişka ve diqede dema ku ew kamyona xwe ya mezin di qezayeke otomobîlê ya kujer de diajot. Li devereke ku tu kes lê najî asê dimîne û divê ew hevalbendî û sûcdariya narkomanekî bi navê Jelly the Loon, ku bi awayekî dilşewat e, parve bike.

Jînenîgarî
Li gundewarê Quebecê ji dayik bûye, Alexandre Dostie hunermend, helbestvan û çêkerê fîlman ê xwe-perwerdekirî ye ku xwedî paşxaneyek taybet e. Fîlmên wî yên kurt li çaraliyê cîhanê hatine nîşandan; li Sundance, Clermont-Ferrand, Tampere û TIFF. Ev serkeftina xurt a giştî ji hêla juriyên festîval û akademiyê ve jî hatiye naskirin, ku karên wî bi gelek xelatan xelat kirine (Akademiya Sînemaya Kanadayê, Sînemaya IRIS Quebec, Festîvala Fîlmên Navneteweyî ya Toronto, hwd.). Eleqeya ji bo fîlmên wî li ser înternetê jî diyar e; Mutants (2016) ji dema weşandina wê wekî Staff Pick Premiere nêzî 700,000 carî hatiye temaşekirin. Wekî helbestvan, berhema wî ya yekem, Shenley (2014), ku ji hêla Éditions de l’Ecrou ve hatiye weşandin, di çapa xwe ya sêyem de ye. Ev berhem ji wê demê ve li Kanadaya ku zimanê Fransî lê tê axavtin li gelek şanoyan û bi dehan xwendinên giştî hatiye bikaranîn.