TOFÎQ EMANÎ
Jînenîgarî
Qederê 20 salan e di warê sînemayê de çalak e. Wî heta niha derhêneriya heft kurtefîlman kiriye. Bi sedan fîlmên kurt, belge û çîrokî pevxistiye ango montaj kiriye. Di warê neteweyî û navneteweyî de heta niha bi qasî 70 xelat wergirtine. Nêzîkî 10 sal çêbûn ku ew li Komeleya Sînemayê ya Ciwanên Îranê di warê derhênerî û senaryoyê de perwerdê dide. Heta niha di gelek festîvalan de weke endamê juriyê hatiye neqandin û gelek caran jî weke endamê lîjneya rêveberinê kar kiriye di festîvalan de.