RÊNAS JIYAN
Jînenîgarî
Di 1974’an de li Qoserê çêbû, li Zanîngeha Dîcleyê Fakulteya Perwerdehiyê xwend. Pirtûka wî ya ewil “Janya” ji hêla xwendevanan ve weke fenomenekê hat pejirandin. Di pirtûka xwe ya duyem “Mexzena Xwînê” de teşe, aheng û temayên nuh ceribandin. Di havîna 2003’an de ekola hunerî-ramanî “çirûskîzm” eşkere kir û ji wê dîrokê û bi şûn de weke xebatkar û matrisê ekola teorîk-pratîk “çirûskîzm”ê xebata xwe gurtir kir. Piştî ku Hegel nas kir û ji fîlozofiya wî fahm kir û pê ve, dest bi biçûkdîtin û mahdxelandina serdestê xwe kir û heta ku jê hat wî nirxên xwe yên bindest bedew û bilindtir kirin. Bi trajedî-şanoya xwe ya avangard a bi navê “Di Tuwalete De”yê wî warên (mekanên) klîşeyî yên wêjeyî leqandin û derhişînên karakteran verşandin. Ew edîtor û xwediyê Weşanên Belkî’yê ye. Wî demek dirêj kovara bi navê “Çirûsk” jî derxist ta ku di sala 2017’an de dawî li weşanê anî. Bi giştî 30 hejmarên kovara Çirûskê hene ku tê de helbest û nivîsên cur bi cur hatine weşandin. Her wiha wî gelek roman û pirtûkên helbestan ên din jî nivîsandine.