AZÎZ ÇAPKÛRT

Jînenîgarî
Ew lîstikvanekî Kurd e ku niha li Munhenê dijî. Kariyera wî ya lîstikvaniyê di sala 2002’an de bi koma şanoyê ya Teatra Evîna Welat dest pê kiriye. Di sala 2014’an xwe di qada sînemayê de nîşan daye. Ew bi rola xwe ya di filmê “Klama Dayika Min” de di Festîvala Fîlmên Navneteweyî ya Antalyayê de xelata “Lîstikvanê Alîkar ê Herî Baş” wergirtiye. Wî di gelek fîlm û rêzefîlmên navneteweyî de cih girtiye, wekî rêzefîlma zanistî-fantastîk a Apple TV+ Invasion ku Jamie Payne derhêner e. Her wiha rêzefîlma Disney+ Escape û Catherine the Great a ku Philip Martin derhênerî kiriye. Ev rêzefîlm, li welatên wekî DYE, Swêd, Elmanya, Yewnanîstan, Îran û Moroccoyê hatine nîşandan. Dawî jî ew di fîlmê Hollywoodê Dirty Angels de rolek girtiye ku Martin Campbell (Casino Royale) derhênerê fîlme û Eva Green di rola sereke de ye. Çapkûrt di gelek fîlmên Elman de jî cih girtiye, wekî fîlmê Ayşe Polat Im Toten Winkel, Informant a Matthias Glasner û Yellow Letters a Ilker Catak. Lîstikvan ji sala 2017’an ve li Elmanyayê dijî kariyera xwe ya lîstikvaniyê her roj xurtir dike.