CEYLAN ÖZGÜN ÖZÇELİK

Jînenîgarî

Di sala 1980’an de ji dayik bûye. Ji Fakulteya Hiqûqê ya Zanîngeha Marmara mezûn bûye. Nêzîkî bîst salan e ku fîlmên çîrokî, belgefîlm û ceribîner yên ku temayên bîranîn û zordarîyê dinirxîne çêdike. Fîlmên kurt û dirêj ên wekî Kaygı, Ankebût, On Saniye, Hiçbir Şey Normal Değil; di festîvalên wekî SXSW, Berlinale, Tokyo, SIFF, Dokufest, RIDM, Cork, Jihlava, Londra, São Paulo, Roma, Ann Arbor, Sitges de, bi zêdetirî sed festîvalan re hatine pêşandan. Bi projeya Cadı Üçlemesi – ku çîrokên başbûnê yên li ser jinan û keçên zarok in û ji sê fîlman pêk tê ku di formên cuda de ne – hatiye hilbijartin ji bo rezidansa hunermendên BerlinAIR û bernameya San Francisco SFFILM. Pêncemîn fîlma wî ya dirêj a ku nivîskar, derhêner û hilberînerê wê ye, Ama Yine De di qonaxa post-prodûksiyonê de ye. Endamê SEYAP, FİLM-YÖN û Akademiya Fîlma Ewropayê ye.