LEYLA TOPRAK

 

 

Jînenîgarî

 

Hunermend Leyla Toprak, ku li Stenbolê ji dayik bûye, bi pratîka xwe ya hunerî ya pirdîsîplînî tê nasîn. Di navbera salên 2003–2013an de, ew bi awayekî çalak beşdarî xebatên hunerî yên Koma Dansa Modern a Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM) bû. Di sala 2015’an de, ji Beşa Hunerên Sahneyê û Nîşandana Zanîngeha Bîlgîyê ya Stenbolê mezûn bû. Paşê, di heman zanîngehê de, xwendina masterê ya Beşa Sînemayê û Televîzyonê temam kir (2017) û zanîna xwe ya di warên hunerên dîtbarî û dîmenên bi tevger de kûrtir kir. Di sala 2019’an de ji bo bernameya “Medyaya Nû” ya Zanîngheha Hunerên Bedew a Berlînê (UdK) hate qebûlkirin. Bi vî awayî lêkolînên xwe yên di warê dîtbarî de di asta navneteweyî de jî da qebûlkirin. Niha li Zanîngeha Hunerên Bedew a Braunschweig (HBK) perwerdeya doktorayê didomîne, Toprak bi pirsgirêkên huner û civakî dadikeve û bêhtir di vî warî de hildiberîne.

Toprak, ku bi dîsîplînên cihêreng ên mîna fîlm, performans, kareografî û lîstikvaniyê dadikeve di xebatên xwe de beden, bîranîn û nasnameyê ji nûve vedikole û li ser sînorên di navbera şexsî û civakî de disekine. Ew hunera xwe wekî awayekî diyalogê di navbera nedîtî û dîtî de digire û balê dibe ser lêgerînên sosyo-polîtîk ku lêpirsînan kûrtir dikin. Her wiha hilberînên xwe li platformên herêmî û navneteweyî didomîne.