ARAM DILDAR

Jînenîgarî
Ew di sala 1990’an de ji dayik bû. Heta ku xwendina xwe ya lîseyê temam bike li Batmanê ma. Dema li Batmanê bû di gelek komên şanoyê de bi awayekî amatorî lîstikvanî dikir. Di sala 2008’an de dest bi Zanîngeha Marmarayê kir. Di beşa Radyo, Sînema û Televizyonê de bi cih bû û bar kir Stenbolê. Di heman salê de di fîlmê metrajdirêj ê bi navê “Press” de cih girt. Wî bi vî fîlmî li Festîvala Filman A Porteqala Zêrîn Xelata Taybet a Jûriyê ya Behlûl Dal wergirt. Di sala 2011’an de li Festîvala Filman A Enqereyê Xelata Lîstikvanê Nû yê ku hêviyê dide wergirt. Di sala 2012’an de bi kurtefilmê Mûsa ku tê de lîstikvanê sereke ye, li Festîvala Fîlman a Sîneparkê Xelata Lîstikvanê Herî Baş wergirt. Wî di pozîsyonên cihêreng de di gelek kurtemetraj û fîlmên metrajdirêj de cih girtiye. Her wiha di bernameyên Tv’yan de jî xebitiye. 5 fîlmên wî yên kurt hene. Ew niha weke lîstikvan û derhêner karê xwe yê sînemayê didomîne.