PAULINE TUCOULET
Jînenîgarî
Pauline Tucoulet li Zanîngeha La Sorbonne Nouvelle ya Parîsê di Beşa Xebatên Sînemayî de namzeda doktorayê ye. Her wiha ew di warê dîroka Fîlmên Kurdî de pispor e. Lîsansa wê ya Hiqûqê jî heye û li ser Dîrok û Arşîva sînemayê jî xwedî lîsansa bilind e. Ew li La Sorbonne Nouvelle Analîza Fîlman û li Zanîngeha Inalco dersên Sînemaya Kurdî dide. Ew ji bo komeleya Screens of Peace bernamevan e, ku li Kurdistana Iraqê, li Tanzanya, li Komara Demokratîk a Kongoyê û li Ermenîstanê fîlman nîşan dide û ew endama kolektîfek hunermendan a bi navê La Société de Distribution du Sensible ye li Fransayê.
