ARÎN ÎNAN ARSLAN

 

Jînenîgarî

Arîn Înan Arslan, derhêner û çêkerekî filman ê Dêrsimî ye. Wî bi kurtefilmê xwe yê yekem Kırıntı (2004) dest bi sînemayê kir û bi vê fîlmê Xelata Yilmaz Guney wergirt. Di sala 2006’an de bi fîlmê Sî û Ba, li Festîvala Fîlmên Navneteweyî ya Tehranê Xelata Herî Baş a Fîlmê Kurt ê Asyayê wergirt û navê xwe li qada navneteweyî belav kir. Fîlmê Pera Berbangê yê ku di sala 2010’an de çêkiriye li 61’emîn Festîvala Fîlmên Navneteweyî ya Berlînê Tirkiye temsîl kir û di heman salê de di hilbijartina SİYAD’ê de wekî namzedê Kurtefilmê Herî Baş hate nîşandan.

 

Fîlmografî:

 

2004 Kırıntı – Fîlmê Kurt

2006 Sî û Ba – Fîlmê Kurt

2010 Pera Berbangê – Fîlmê Kurt

2013 Anadolu Güvercini – Belgefîlm

2017 Anadolu Ninnileri – Belgefîlm

2020 Serçenin İlk Adımı (BÊDER) – Fîlmê Kurt

2023 Aşkla Sana – Belgefîlm