ÇERX
Sînopsîs
Di salên 1990’î de ji ber ku Amed jî di nava “Herêma Rewşa Awarte” de ye, hin rojname tevî ku qanûnîne jî, hatina wan û belavkirina wan ji hêla walîtiya herêma awarte ve dihat qedexe kirin û asteng kirin. Rojname, ji hêla koma belavkaran ya ku Bawer û Hebûn jî di nav de ji derveyê bajêr (cihê ku berê diyar kirine) dihate girtin û bi awayekî veşartî dianîn cihê ku berê diyar kirine. Li wir rojname di nava belavkaran de li hev tê belav kirin û kincê xwe diguherin û her belavkar wekî ku karekî din dike bi awayekî veşartî derdikeve belavkirina rojnameyê. Çerx şahidiya şert û mercên ku ev rojname bi çi awayî û ji hêla kê ve tê û digihîje destê xwendevanan dike.

Biyograpy
Metîn Ewr di sala 1978’an de li Amedê hate dine. Li Edeneyê di nava xebatên şano, wêje û ziman de cih girtiye. Di sala 2010’an de vegeriya Amedê û dest bi xebatênsînemayê kir. Niha di Komaleya Akademiya Sînemayê ya Rojhilata Navîn de xebatên xwe didomîne.
Filmografî
Ax û Jiyan-2010(Rêzefîlm-50 beş)senaryo.
Ref-2014(Rêzefîlm-13 beş)senaryo.
Malîno-2015(Rêzefîlm-50 beş)senaryo.
14 Tîrmeh-2017(filmê metrajdirêj)senaryo.
Çerx-2021 (kurtefîlm)Nivîskar-Derhêner