RÊZIKNAMEYA KURTEFÎLMÊN KURDÎ YA FESTÎVALA FÎLMAN YA AMEDÊ
ARMANC
Festîvala Fîlman ya Amedê armanc dike ku;
- Di serî da çand û hunera kurdî, nirxên çandî û hunerî yên gelê Rojhilata Navîn û dinyayê biparêze û wan nirxan bide nasîn;
- Tevkarîyê bike ku hilberîna sînemayî ya kurdan û gelên Rojhilata Navîn geş bibe û bê nasîn;
- Sînemagerên kurd û herweha sînemageran û gel bîne ba hev;
- Berhemên hunerî yên ku veguherîne ‘meta’yan, di zemîneka wisa da bigihîne gel ku xwe dispêre hişmendîyeka demokratîk, civakparêz û wekhevîparêzîya zayendî;
- Ji pêwendîyên ku di çarçoveya endustrîyalîzmê da bişekl dibin wêdetir, hunermendan bîne cem hev;
- Fîlmên sînemayê yên ku li Rojhilata Navîn hildiberin, di zemîneka pirçandî da werin ba hev.
TARÎXA FESTÎVALÊ
Festîvala Fîlman ya Amedê ya 3. dê di navbera van tarîxan da li dar bikeve: 09.11.2025-16.11.2025. Serlêdan, ji 1ê Hezîrana 2025an heta 1ê tîrmeha 2025an dewam dikin.
BIRÊVEBERÎYA FESTÎVALÊ
Birêveberî û organîzasyona Festîvala Fîlman ya Amedê dê ji alîyê Serokatîya Daîreya Çand û Tûrîzmê ya Şaredariya Bajarê Mezin ya Amedê û Komeleya Akademîya Sînemayê ya Rojhilata Navîn ve pêk were. Mafê biryarê, yê Lijneya Birêveberîya Festîvalê ye.
KATEGORÎYÊN FESTÎVALÊ
- A- Kategorîya Fîlmên Dirêj yên Kurdî
- B- Kategorîya Belgefîlmên Kurdî
- C- Kategorîya Kurtefîlmên Kurdî
- D- Kategorîya Fîlmên Dirêj
- E- Kategorîya Belgefîlman
- F- Kategorîya Kurtefîlman
KATEGORÎYA KURTEFÎLMÊN KURDÎ
ŞERTÊN TAYBET
Piştî festîvalê, kopyayên ku dê tev li arşîva festîvalê bibin, dikarin ji bo beşên derveyê pêşbazîyê yên festîvalên neteweyî û navneteweyî û ji bo nîşandanên wekî din yên çandî û guncaw bêne şandin. Di vê rewşê da, eger pêkan be, çêker û derhênerê ku di forma serlêdanê da îmzayên wan hene dê bên agahdarkirin. Eger dahatek ji van nîşandanan were, piştî ku mesrefên mecbûrî jê bê derxistin, miqdarê mayî dê bigihîje xwedîyê qanûnî yê fîlmî. Eger piştî festîvalê, kanalên TVyê bixwazin ku fîlmî biweşînin, Birêveberîya Festîvalê dê alîkar bibe ku di navbera kanala TVyê û çêker da pêwendî bê danîn. Di wan mijaran da ku li vir nehatine dîyarkirin, mafê biryardanê ya Lijneya Birêvebirîya Festîvalê ye.
ŞERTÊN BEŞDARÎYA FESTÎVALÊ
- Fîlmên kurtemetraj yên fîksîyon û eksperîmental yên bi hemû zaravayên kurdî dikarin beşdarî Beşa Kurtefîlmên Kurdî bibin.
- Fîlmên ku dê beşdar bibin, pêwîst e ku herî zede 20 deqîqe bin.
- Fîlmên kurtemetraj yên fîksîyon û eksperîmental yên ku piştî 01.01.2016an temam bûne dikarin serlêdana festîvalê bikin.
- Fîlmên ku dê serlêdana festîvalê bikin, pêwîst e ku berê li nava welatî yan jî derveyê welatî di kanaleka TVyê da nehatibin weşandin.
- Xwedîyê qanûnî yê fîlman dikarin serî li festîvalê bidin. Eger xwedî ji yekî zêdetir bin, pêwîst e ku di belgeya serlêdanê da îmzayên xwedîyên dîtir jî hebin.
- Pêwîst e ku fîlmên ku bên şandin, ji alîyê teknîk ve bê problem bin û pirsgirêkên ku bandorê li kalîteya nîşandanê bikin, tune bin. Di vê pêvajoyê da, mafê biryarê yê Lijneya Birêveberîyê ye.
- Xwedîyên qanûnî yên fîlman yên ku dixwazin beşdarî festîvalê bibin, pêwîst e ku herî dereng heta 01.07.2025an, serlêdana xwe li navnîşana www.amedfilmfest.org.tr bikin.
- Encamên nirxandinê yên pêş-jurîyê dê di 05.10.2025an da bê ragihandin.
- Fîlmên ku dê ji bo festîvalê bên qebûlkirin, pêwîst e ku kopyayên wan yên di warê pêşkontrol, werger, nîşandanên çapemenîyê û nîşandanê da bêproblem in, heta 10.10.2025an bigihîjin Beşa Sinemayê (Sînebîr) ya Serokatîya Daîreya Çand û Tûrîzmê ya Şaredariya Bajarê Mezin ya Amedê.
- Fîlmên ku dê ji bo nirxandinê pêşkêşî Jurîya Sereke bibin, pêş-jurî hildibijêre.
- Xwedî û ekîbên fîlmên ku dê beşdarî festîvalê bibin, dê bi hejmara ku birêveberîya festîvalê dîyar bike, werin vexwendin û heta dawîya festîvalê bên mêvankirin.
- Fîlmên ku beşdarî festîvalê dibin û xelatê distînin, piştî festîvalê, di her cure danasînên xwe da mecbûr in ku logoya festîvalê bi kar bînin.
- Pêş-jurî dikare fîlmên ku serlêdana festîvalê dikin, tev li bernameya nîşandanê bike. Di derheqê vê meseleyê da, pêwîst e ku xwedîyê fîlmî di forma serlêdanê da, nêrînên xwe yên di vê mijarê da ragihîne.
- Xwedîyên fîlman, bi forma ku hatîye îmzakirin ra, pêwîst e ku belgeyên jêr jî bê kêmanî teslîm bikin.
BELGEYÊN KU DI SERLÊDANÊ DA TÊN XWASTIN
- Pêwîst e ku forma serlêdanê, forma prîntkirî ya bi îmzaya şil bi formata PDF, li mailê bê zêdekirin û bi rêya e-mailê ji navnîşana pêwendîyê ya festîvalê ra bê şandin.
- Rastîya hemû agahî û belgeyên di forma serlêdanê da, berpirsîya xwedîyê îmzayê ye. Berpirsîyên hiqûqî yên ji ber van agahîyan derkevin, aîdî xwedîyê îmzayê ne. Birêveberîya Festîvalê, xwedîyê wî mafî ye ku di wan tekstan da guherînên hewce bikin ku di wexta serlêdanê da tên parvekirin.
- Lînkeka temaşekirinê ya fîlmî ku ji tarîxa serlêdanê heta ragihandina encamên pêş-nirxandinê derbasdar e.
- Agahîyên jenerîkê yên teknîk yên di derbarê fîlmî da. (kunye)
- Kurteya fîlmî ya kurdî û îngilîzî. (herî zêde 250 bêje/kelîme)
- Afîşa fîlmî (dikare yek ji formatên jpg, pdf, png, tiff bê hilbijartin; dîzayna tîkane/li ser dirêjayî)
- Herî kêm 5 wêneyên ji fîlmî
- Kurtejîyan (bi kurdî û îngilîzî, li dor 150 bêjeyî), fîlmografî û wêneyê derhêner.
- Fragmana online ya fîlmî (divê bikaranînên wekî logo, jêrenivîs, time code hwd. tê da tune bin), (Ji bo danasîna TVyê û fîlmê jenerîka festîvalê.
- Pêwîst e ku dosyeya srt ya fîlmê ku ji bo festîvalê bên şandin (îngilîzî), bi zimanê xwe yê orîjînal bê teslîmkirin.
- Pêwîst e ku formatên fîlmên ku dê ji bo festîvalê bên şandin bi vî awayî bin: mp4-hemû format, mov, quicktime, DCP.
- Malzemeyên ku ji fîmên serlêder yên festîvalê tên xwastin teqez nayên îadekirin.
- Xwedîyên fîlmên ku ji bo festîvalê hatine hilbijartin, piştî îlankirina fîlmên festîvalê, nikarin fîlmê xwe ji festîvalê vekişînin.
JURÎ
Fîlmên ku dê di festîvalê da bên nişandan dê ji alîyê wê jurîyê ve bên hilbijartin ku Lijneya Şêwirdarîya Festîvala Fîlman ya Amedê dê dîyar bike. Jurî dê ji 5 kesan pêk were û ji wan kesan bên hilbijartin ku di qada sinema, wêje û hunere da şareza ne. Fîlmên ku dê serlêdana festîvalê bikin, dîsa dê ji alîyê wê pêş-jurîyê ve bê hilbijartin ku Lijneya Şêwirdarîya Festîvalê dê dîyar bike. Biryara pêş-jurîyê dê herî dereng 05.10.2025an ji bo gel bê ragihandin.
MAFÊN FESTÎVALÊ
Eger belgeyên ku li jor tên xwastin, di wexta xwe da negihîjin navnîşana festîvalê, fîlm pêş-nirxandinê derbas bike jî, komîteya festîvalê dikare fîlmî ji bernameyê derxe. Organîzasyona festîvalê bi armanca nasandinê, ji fîlmî herî zêde 3 deqîqeyan dikare bi kar bîne. Mafê Birêveberîya Festîvalê heye ku wan fîlman ji festîvalê derxîne ku ji bo nîşandanê ne xwedîyê taybetîyên teknîk yên hewce ne. Kesên ku serî li Festîvala Fîlman ya Amadê bidin, şertên vê rêziknameyê qebûl dikin.