FESTÎVALA FÎLMAN YA AMEDÊ PIŞTGIRÎYA PROJEYÊ

 

ARMANC

Bi armanca tevkarîya pêşketina sînemaya kurdî, teşwîqkirina nivîsîna senaryoyan, destekkirina kesên ku dixwazin di warê nivîsîna senaryoyê da xwe bi pêş ve bibin, dabînkirina geşedana hejmarî û wesfî ya nivîsîna senaryoyan, ji alîyê Şaredarîya Bajarê Mezin a Amedê ve, di çarçoveya Festîvala Fîlman ya Amedê da, bi kategorîyên ‘Senaryoya Fîlmên Dirêj’, ‘Senaryoya Belgefîlman’ û ‘Senaryoya Kurtefîlman’ projeyên senaryoyan dê werin destekkirin.

ÇARÇOVE

Hemû kesên ku bi zaravayên kurdî dinivîsin, dikarin serlêdanê bikin. Endamên Lijneya Birêvebirina Komeleya Akademîya Sînemayê ya Rojhilata Navîn, Endamên Komîteya Sazûmana Festîvala Fîlman ya Amedê, xebatkarên Şaredarîya Bajarê Mezin a Amedê û endamên jurîya senaryoyê nikarin serlêdana projeyê bikin. Senaryoyên ku di pêşbazîyeka din da xelat standibin yan jî ketibin dereceyê û yên ku berê bi fîlmî hatine kişandin nikarin beşdarî pêşbazîyê bibin.

XELATÊN KU DI ÇARÇOVEYA PROJEYÊ DA DÊ BÊN BELAVKIRIN

  • Senaryoya Fîlmê Dirêj yê Kurdî – (1.000.000 TL)
  • Senaryoya Belgefîlmê Kurdî – (500.000 TL)
  • Senaryoya Kurtefîlmê Kurdî – (300.000 TL)

ŞERTÊN BEŞDARBÛNÊ

1-Mijara projeyê serbest e. Lêbelê berhemên ku li dijî mafên mirovan in, yên ku ne li gor nirxên mirovahîyê yên gerdûnî ne yan jî nasnameyeka etnîk, dînî, zayendî kêm dibînin nayên nirxandin.

Divê senaryo orîjînal bin, ji tu berhemeka xwemalî yan jî bîyanî nehatibin girtin yan jî adaptekirin. Eger bê famkirin ku beşek yan jî temamê senaryoya serlêderê projeyê, ji berhemeka din hatîye standin, xelat betal dibe. Eger xelat hatibe belavkirin, ev bedêl bi faîza qanûnî bi paş ve tê standin. Ji hemû îhtilafên hiqûqî yên di derheqê xwedîtîya berhemê da, pêşbaz berpirs e.

2-Berhemên ku beşdarî projeyê bûne, divê li gor formata senaryoyê hatibin nivîsîn. Zimanê teknîk yê ne pêwîst divê neyê bikaranîn. (Bo nimûne; kamera pan dike, kameraya ku li perspektîfa jor radiweste hwd.) Li şûna zimanê teknîk, divê bêhtir teswîrên dîtbar bên kirin ku li gor zimanê fîlmî ne. Berhemên ku bi şeklê kurte, sînopsîs, tretman, çîroka fîlmî hatine nivîsîn nayên nirxandin. Pêşbaz dikarin ji formatên senaryoyê yên Fransiz û Amerîkan yekê hilbijêrin.

3- Pêwîst e ku mezinîya nivîsa senaryoyê 12 pûnto be û senaryo bi fonta Times New Romanê hatibe nivîsîn.

4- Kesê ku serî li projeyê dide, herî zêde dikare bi 2 senaryoyan beşdarî pêşbazîyê bibe. Senaryoyên ku kesekî bi tenê yan jî komekê ew nivîsîne dikarin serlêdana projeyê bikin. Lê xelat digihîje kesê ku serlêdan kirîye. Ji pirsgirêkên ku ji ber parvekirina xelatê derdikevin, birêveberîya festîvalê ne berpirs e.

5-Di projeyê da, di her kategorîyê da xelat dê bigihîje bi tenê senaryoyekê. Senaryoya ku xelatê bigire, divê di nava 2 salan da fîlmî bê kişandin û bi Serokatîya Daîreya Çand û Tûrîzmê ya Şaredariya Bajarê Mezin ya Amedê ra bê parvekirin. Eger ev yek pêk neyê, Şaredariya Bajarê Mezin ya Amedê xwedîyê wî mafî ye ku xelatê bi paş ve bistîne.

6-Pêşbaz qebûl dikin ku hemû senaryoyên ku ji bo piştgirîya senaryoyê hatine şandin, bêyî armanceka tîcarî, ji alîyê Komeleya Akademîya Sînemayê ya Rojhilata Navîn û Beşa Sînemayê (Sînebîr) ya Serokatîya Daîreya Çand û Tûrîzmê ya Şaredariya Bajarê Mezin ya Amedê ve, dikarin bi armanca fealîyetên perwerdehîyê bên bikaranîn, pirkirin û belavkirin. Eger berhem were çapkirin, xwedîyê berhemê telîfê distîne.

7- Senaryoyên ku xelat negirtine, di arşîva festîvalê da tên mihafizekirin û bi tu kesî ra nayên parvekirin.

8- Zimanê senaryoyên ku dê ji bo projeyê bên şandin hewce ye ku bi kurdî (her zarava dibe) be. Lêbelê di senaryoyê da ji ber mijarê, dîyalogên ji bilî kurdî dikarin cih bigirin. Lêbelê dîyalogên ne bi kurdî yên senaryoyê, nikarin ji sedî sihê temamê dîyalogan zêdetir bin.

AWAYÊ SERLÊDANÊ Û BELGEYÊN HEWCE

  • Roja dawî ya serlêdana pêşbazîyê 15.07.2025 e.
  • Serlêdanên senaryoyê, piştî ku forma serlêdanê bêkêmanî bê dagirtin, dê li malpera www.amedfilmfest.org bê barkirin. Eger di forma serlêdanê da kêmanî hebe, serlêdan dê neyê qebûlkirin.
  • Navê Projeyê:
  • Kurteya Projeyê: Herî zêde dê 500 karakter be. Dê bi kurdî bê nivîsîn.
  • Sînopsîs: Herî zêde dê rûpelek be. Dê bi kurdî bê nivîsîn.
  • Tretman: Herî zêde dê 7 rûpel be. Dê bi kurdî bê nivîsîn.
  • Senaryo: Halê dawî yê senaryoyê dê bi kurdî bê şandin.
  • Nêrîna Derhêner: Herê zêde dê rûpelek be. Dê bi kurdî bê nivîsîn.
  • Nêrîna Çêker: Dê plansazîyê û pêvajoya çêkirina fîlmî vebêje û 2 rûpelan derbas neke. Dê bi kurdî bê nivîsîn.
  • Raborîya Projeyê: Eger projeyê berê serî li cihekî dabe divê tev li encamê, li vir bê dîyarkirin. Dê bi kurdî bê nivîsîn.
  • Bîyografî û Fîlmografîya Senarîst: Dê bi wêneyê serlêder ra li vê derê bê parvekirin. Dê bi kurdî bê nivîsîn.
  • Lînk: Eger xebatên serlêder yên ku hatibin kişandin hebin dê li vê derê bê parvekirin.

NIRXANDIN Û RAGIHANDIN

Senaryoyên ku serî li projeyê bidin, dê ji alîyê wê jûrîyê ve bên nirxandin ku lijneya festîvalê ew dîyar kirîye. Ev jurî piştra dê ji bo raya giştî bê aşkerakirin.

Ev jurî dê 3 senaryoyan bi fînalîstî hilbijêre û encam dê di 05.10.2025an da, di malpera festîvalê da bê ragihandin.

Di her kategorîyê da her 3 xwedîyên senaryoyên ku mane fînalê dê di navbera 9-16ê çirîya paşîn da li pêşberî jurîyê pêşkêşî û parastina senaryoyên xwe bikin.

Jurî, piştî nirxandinê dê xelata senaryoya herî baş bide senaryoyekê. Senaryoyên ku xelatê bistînin, dê roja 16.11.2025an, bi merasimekê werin raihandin.

AGAHÎYÊN NAVNÎŞAN Û PÊWENDÎYÊ