XALKO

Derhêner: SAMİ MERMER-HIND BENCHEKROUN

Mawe: 100’

Sala Çêkirinê: 2018

Zimanê Fîlm: KURDÎ-TIRKÎ

Jêrenivîs: TIRKÎ-INGILIZÎ-KURDÎ

Sînopsîs

Di dilê Anatoliya Tirkiyeyê de gundê Kurdan ê Xalko ye. Derhêner Sami Mermer, wekî gelek kesên din, piştî ku ber bi Rojavayê ve koçberiyê kiriye, vedigere warê xwe ango cihê ku lê ji dayîk bûye. Ew dibîne ku Xalko bi piranî ji jinan û çend mêrên mayî pêk tê. Bi hevkarê xwe yê derhêner Hind Benchekroun re, rûyê “din” ê koçberiyê nîşanî me dide. Xalko ne tenê portreya şêweyek jiyanê metirsiya koçberiyê nîşan dide, her wiha portreya hestyar a jinên bi hêz ku bê mêr jiyana xwe didomînin jî pêşkêş dike.

Jînenîgarî

Sami Mermer fîlmçêkerekî kurd e. Wî di destpêkê de weke derhênerê dîmenan dest bi karê sînemayê kir (Taxi Casablanca, The Concert of Voices), paşê di sala 2006’an de bi belgefîlma dirêj a bi navê “Lanzo’s Box”, ku li ser kesên bêxaniyên li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê ye, derbasî derhêneriyê bû. Herwiha wî derhêneriya du fîlmên kurt ên çîrokî, Exit û The Passenger jî kir û bû hev-nivîskar û alîkarê derhênerê fîlma xelatgirtî Ax (The Land). Digel derhêner Hind Benchekroun belgefilma bin avê Turtles Don’t Die of Old Age (2011) û Callshop Istanbul (2016) çêkir, ku her du jî bi berfirehî li festîvalên dinyayê hatin nîşandan. Xalko (2018) derhêneriya wan a sêyemîn a hevpar e.