LI BAXÇEYÊ ME DAREKE ZEYTÛNÊ HEBÛ

Derhêner: MIRAL KILO
Mawe: 13’
Sala Çêkirinê: 2024
Zimanê Fîlm: KURDÎ
Jêrenivîs: TIRKÎ-INGILÎZÎ
Sînopsîs
Di filmê “Li baxçeyê me, dareka zeytûnê hebû” da, em Elmas a 67 salî dibînîn. Elmas ji ber êrîşên çeteyên tundraw ên Îslamî ku bi piştevaniya leşkerên Tirkiyeyê Efrînê dagir dikin, koçî Elmanyayê dike. Gava ew li Elmanyayê ye gundê wê, mala wê û her wiha dara wê ya zeytûnê tim di bîra wê de ne. Elmas li mala xwe ya Elmanyayê bi kesereke kûr rabuhiriyê bibîr tîne.

Jînenîgarî
Miral Kilo, derhêner, senarîst û hunermendekî Kurd e. Di sala 1989’an de li Amûda Rojava (Sûriye) ji dayik bûye. Wî di temenê biçûk de des bi xêzkirina wêneyan kir, sêwirand û helbest nivîsand. Di warên curbicur ên afirîner de gelek ceribandinên wî çêbûn. Di sala 2013’an de yekem kurtefîlma xwe ya bi navê “Come Back” çêkir. Piştî ku di sala 2015’an de çû Elmanyayê, du salan li enstîtuyeke fîlman a taybet perwerdeya çêkirina fîlmên dîjîtal wergirt. Ji sala 2023’an ve li Zanîngeha Fîlman a Babelsberg KONRAD WOLF derhêneriyê dixwîne.