ALLIHOPA: SERPÊHATIYA DALKURD

Derhêner: KARDO DOSKÎ

Mawe: 90’

Sala Çêkirinê: 2024

Zimanê Fîlm: KURDÎ-INGILÎZÎ-SWEDÎ

Jêrenivîs: TIRKÎ-KURDÎ-INGILÎZÎ

 

Sînopsîs

Serkeftina bêhempa ya Dalkurdê, serkeftina tîmeke futbolê ya ku di destpêkê de ji bo ciwanên penaberên Kurd ên li bajarokekî çîna karker a Swêdê hatibû damezrandin e. Serpêhatiyeke dilşad a bindestên serketî ye ku di heman demê de rewşa Kurdan ango bêwelatbûna wan jî tîne ziman. Ev hem belgefilmeke werzîşê ye hem jî belgefilmeke siyasî ye. Ji lewre belgefilm bi bi jiyana lîstikvanên di vê tîmê de dilîzin jî dadikeve.

Jînenîgarî

 

Kordo Doski li Herêma Kurdistanê ya Iraqê ji dayik bû û li Kanadayê mezin bû. Wî ji Zanîngeha Wilfrid Laurier di warê Lêkolînên Ragihandinê de lîsansa xwe wergirt û ji Akademiya Lîstikvanan a Torontoyê Dîplomaya Lîstikvaniyê bi dest xist. Di nav projeyên wî de fîlmê kurt ê bi navê Postage, ku wî senaryoya wê nivîsî, lîstikvaniya sereke kir û alîkarê derhêneriyê bû, û fîlmeke dirêj a bi navê August Thorns hene. Doski, ji bilî nivîsandina senaryoyê û derhêneriyê, lîstikvanî jî dike.