BISER BIKEVE

Derhêner: SOLEEN YUSEF
Mawe: 119’
Sala Çêkirinê: 2024
Zimanê Fîlm: ELMANÎ-KURDÎ
Jêrenivîs: TIRKÎ-INGILÎZÎ
Sînopsîs
Mona ya 11 salî bi malbata xwe ya kurd re ji Sûriyê reviyaye û li dibistana navçeya Wedding a Berlînê dixwîne. Mona nikare peyvek almanî jî biaxive, lê ew dikare futbolê bilîze. Mamosteyê fedakar, birêz Chepovsky, an bi kurtasî birêz Che, jêhatiya wê ya awarte dibîne û wê ji bo tîma keçan de qebûl dike. Mona tekoşerek e, lê zû fahm dike ku tenê bi keçên din re hevkar bilîzin dikarin serkeftî bin.

Jînenîgarî
Soleen Yusef di sala 1987an de li bajarê Duhokê yê Kurdistana Iraqê ji dayîk bûye. Ew neh salî bû, dema malbata wê ji ber sedemên siyasî biryar da ku bireve Almanyayê. Li Berlînê, wê beşa moda û cilûbergan 2005an de qedand. Pişt re li ACADEMY Bühnenkunstschule Berlînê du sal perwerdehiya stranbêjî û lîstikvaniyê û her weha perwerdehiya paralel a wekî IHK (Odeya Pîşesazî û Bazirganiyê) dirûtina modayê qedand. Soleen Yusef di heman demê de Şîrketa hilberîn û belavkirina fîlman Mitosfilmê de wek arîkara berhemanîn, derhêner û firotinê jî kar kiriye. Ji sala 2008, wê li Filmakademie Baden-Württemberg derhêneriya fîlmê xwend. Fîlma wê ya sêyem û dirêj TRATTORIA di sala 2012an de li Berlînaleyê di beşa Perspektive Deutsches Kino de derket pêş.