KEÇA XAMA Û ZAROK

Derhêner: BINEVŞA BÊRÎVAN

Mawe: 80’

Sala Çêkirinê: 2024

Zimanê Fîlm: FRANSÎ-KURDÎ

Jêrenivîs: KURDÎ-TIRKÎ

  

Sînopsîs

Avesta, jineke ciwan a Kurd-Êzdî ye û ji DAIŞê rizgar bûye. Xwe li Brukselê dibîne û li dijî zilamê ku ew kiriye kole edaletê digere. Bîranînên tarî û barê zarokek nedilxwaz Avestayê bernade. Lê Avesta teslîmî şert û mercan nabe û bi daxwaza tolhildanê tevdigere.

Jînenîgarî

 

Binvşa Bêrîvan li Stenbolê ji dayîk bûye. Ew ji Midyadê ye û keça nivîskar Medenî Ferho û biraziya Serokê Enstituya Kurdî ya Brukselê Derwêş Ferho ye. Bêrîvan sala 1997an hatiye Belçîkayê û di Med Tv de xebitiye. Piştre dest bi zanîngehê kiriye û beşa sînemayê xwendiye. Binevşa Bêrîvan çend kurtefîlm kişandin û bi wan xebatan derketiye pêş. Wê seranserê cîhanê di gelek festîvalên fîlman de bi taybetî ji bo “La mélodie du petit château” û “Phone Story” xelat wergirtiye