DEMA PELÊN GÛZAN ZER DIBIN
Derhêner: MEHMET ALÎ KONAR
Mawe: 100’
Sala Çêkirinê: 2024
Zimanê Fîlm: KURDÎBİ
Jêrenivîs: INGILÎZÎ-TIRKÎ
Sînopsîs
Ciwan bavek e û bi giranî nexweş e. Berî ku bimire dixwaze kurê xwe Feyzî hînî
jiyanê û debarkirinê bike. Ciwan dixwaze wan tiştan hînî kurê xwe bike bêyî ku jê re bêje ku ewê bimire. Di dema ku Feyzî yê ciwan hewlê dide rewşê fêm bike, nakokiyên siyasî, qedexe, windahî, mirina xizm û cîranan jiyanê vediguherîne dojehê. Çîrokeke bav û kur ji herêma Kurdistana Bakur, ku ji ber şer wêran bûye.

Jînenîgarî
Mehmet Alî Konar di sala 1983’an de li Çewlikê ji dayik bûye. Li Zanîngeha Marmarayê ya Stenbolê beşa Zanistên Ragihandinê û li Roma’yê jî Sînemaya Îtalya’yê xwendiye. Ew wek senarîst û derhêner dixebite. Filmên wî ev in; Hewno Bêreng (2018), Govenda Ali û Zîn (2021), Dema Pelên Gûzan Zer Dibin (2024).
