CÎRAN

Derhêner: MANO KHALIL
Mawe: 124’
Sala Çêkirinê: 2021
Zimanê Fîlm: KURDÎ-EREBÎ
Jêrenivîs: TIRKÎ-INGILÎZÎ
Sînopsîs
Gundekî piçûk yê nêzîkî ser sînorê Sûriye -Tirkiyeyê, Şêroyê piçûk cara ewil diçe mektebê, henekan dike û ji bo ku fîlmên kartonî temaşe bike xeyala bidestxistina televîzyonekê dike. Ji bo dostên qedirgiran yên malbata xwe her şemiyan ronahiyên şebbatê vêdixwe. Lê her wiha Şêro tecrûbeya hindê jî dike ku kesên navsere yên derdora wî bi despotîzm, tundî û netewperestiyê her ku diçê zêdetir tên binpêkirin.
Fîlm bi şêweza qerf û îroniyeke zirav, behsa hereketên nerm yên zarokatiyekê dike ku tê de hem dîktarorî hem jî dramaya reş heye. Fîlmê feyza xwe ji tecrûbeyên şexsî yên derhênêrî wergirtiye û ji ber vê yekê serhatiyên tehl û şîrîn yên derhênerî, trajedîya Sûriyeyê bi roja îro ve girê dide.

Jînenîgarî
Mano Khalil, li Sûriyê ji dayik bûye, derhêner û senarîstekî Kurd e. Li Çekoslovakyayê perwerdehiya derhêneriyê wergirtiye û di warê Derhêneriya Fîlm û TV’yê de destûrnameya MBA wergirtiye. Di sala 1996’an de çûye Swîsreyê û dest bi rêwîtiya çêkirina fîlman kiriye, bi derhêneriya çend fîlmên kurt dest bi sînemayê kiriye. Gelek belgefîlmên xelatgirtî, di nav wan de Serkeftina Hesinî û Cihê ku Xwedê Lê Razaye, çêkirine. Di sala 2003’an de yekem fîlma xwe ya dirêj, Xewnên Rengîn çêkiriye û pişt re gelek fîlmên girîng ên wekî Mêşvan, Die Schwalbe û Hafis & Mara kişandiye. Fîlma wî ya dawî jî CÎRAN e.