BIHAR

Derhêner: CEMÎLE ŞAHÎN

Mawe: 43’

Sala Çêkirinê: 2023

Zimanê Fîlm: KURDÎ-FRANSÎ-TIRKÎ

Jêrenivîs: TIRKÎ-INGILÎZÎ-KURDÎ

 

Sînopsîs

Malbata Bingolê ji ber avakirina bendavekê neçar dimîne ku mala xwe ya li Kurdistanê biterikîne. Di dema koçberiyê de, Hesen ku sermiyanê malbatê ye, bêyî ku şopek li pey xwe bihêle winda dibe. Malbat tê neçarkirin ku biçe sirgûnê û ji hev belav dibe.

Nêzîkî bîst sal şûnde, bi çêkirina belgefilmeke Fransî em bi pey şopa Hesen dikevin. Rêwîtiyek ku malbatê di nav çend welatan re derbas dike. Tiştê ku diqewime çîrokeke sirgûn û tolhildanê, tundiya dewletê û xiyanetê ye.

Jînenîgarî

Cemîle Şahîn (1990, Wiesbaden) di Koleja Huner û Dîzaynê ya Central Saint Martins a Londonê û Zanîngeha Hunerê ya Berlînê de beşa Hunerên Bedew xwendiye. Romanên wê TAXI (2019, Korbinian Verlag) û ALL DOGS DIE (2020, Aufbau Verlag) hatin weşandin. Şahîn ji Junge Akademie der Künste ya li Berlînê bûrs stend (2019), Xelata Hunerên Bedew a ars viva wergirt (2020) û bi madalyaya Alfred Döblin (2020) hat xelat kirin. Karê wê bi gelemperî medyaya dîtbarî-bihistbarî vedihewîne, û bi giranî bala xwe dide ser hunera vîdyoya siyasî û vegotina çîrokî. Kurtefîlma wê ya Four Ballads for My Father – di qada navnetewî de hat pêşandan, wekî mînak li cem Bihar, Loop Barcelona, Berlinische Galerie, Volksbühne Berlin, Kunsthalle Osnabrück û KIN a li Brukselê. Her wiha ji aliyê Medienboard Berlîn-Brandenburg’ê ve ji bo Xelata Kurtefîlma Almanî jî hat berbijêrkirin.