BERIYA ŞEVÊ

Derhêner: ALİ KEMAL ÇINAR

Mawe: 63’

Sala Çêkirinê: 2021

Zimanê Fîlm: KURDÎ

Jêrenivîse: TIRKÎ-INGILÎZÎ

 

Sînopsîs

Beriya Şevê, jiyana di şertên rewşa awarte de ji çavên sê karakterên cuda vedibêje. Şêwekara ciwan Gulbîn, ku bi malbata xwe re dijî, hewl dide ku di jiyanê de cihê xwe bibîne û di heman demê de, ji tabloya “Dayik” ya wênesaz Whistler îlham werdigire, portreya diya xwe xêz dike. Diya ku bi sebir ji keça xwe re modelî dike, bi hewldaneke bêfêde hewl dide ku mala xwe ji dengên pevçûnan biparêze. Bavê ku tenduristiya wî roj bi roj xirabtir dibe, hewl dide bi rêya fotografan bajêr ji nûve di hişê xwe de zindî bike.

Jînenîgarî

Alî Kemal Çinar li Amedê ji dayik bûye. Bi giştî ji deh fîlmên kurt re derhênerî kiriye û senaryoyên wan nivîsandiye. Di sala 2013’an de, fîlma xwe ya yekem a dirêj “Kurtefîlm” kişand, ku ji tecrubeyên wî yên fîlmên kurt bandor bûye. Fîlma “Veşartî” ya ku di sala 2015’an de kişand, di 15emîn Festîvala Stenbolê de Xelata Fîlma Herî Baş û di beşa SIYAD’ê de jî dîsa Xelata Fîlma Herî Baş wergirt. Heman fîlm di 28emîn Festîvala Queer a Hamburgê de Xelata Juriyê wergirt. Di sala 2017’an de, fîlma xwe ya sêyem a dirêj a bi navê “Gênco” kişand û di 28emîn Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Enqereyê de Xelata Fîlma Herî Baş qezenc kir. Di sala 2018’an de, bi fîlma Di Navberê De di Pêşbaziya Neteweyî ya 2018’an de Xelata Juriya Taybet û di 5emîn Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Dihokê de Xelata FIPRESCI wergirt. Alî Kemal Çinar hêj li Amedê dijî û fîlman çêdike.