BAGHDAD MESSI

Derhêner: SAHIM OMAR KALIFA

Mawe: 88’

Sala Çêkirinê: 2023

Zimanê Fîlm: KURDÎ-EREBÎ

Jêrenivîs: TIRKÎ-INGILÎZÎ

 

Sînopsîs

Hamoudi, zarokekî 11 salî ye û dildarê fûtbolê ye. Li Bexdayê dijî û Lionel Messi wekî îdolê xwe dibîne. Tevî ku di êrîşeke terorîstî de lingê xwe winda dike jî, Hamoudi ji bo xeyalê xwe pêk bîne têdikoşe. Di heman demê de, malbata wî ji bo ewlekirina siberoja malbatê têdikoşe.

Jînenîgarî

Sahim Omar Kalifa di sala 1980’an de li Zaxo hatiye dinyayê. Sînemavanekî Belçîkî-Kurd e ku li Belçîkayê dijî. Di sala 200’ê de hat Belçîkayê û di sala 2008’an de li Dibistana Fîlman a Sint-Lukas li Brukselê mastera xwe ya sînemayê wergirt. Kalifa bi kurtefîlmên xwe yên bi navên Land of the Heroes, Baghdad Messi û Bad Hunter 96 xelatên navneteweyî wergirtine. Serkeftinên herî mezin heta niha ev in: Xelata Juriyê wekî Kurtefîlma Herî Baş ji bo ‘Land of the Heroes’ di 61emîn Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Berlînê – Beşa Nifşê de. ‘Baghdad Messi’ di 87emîn Xelatên Akademiyê, Oscarê de, di nav lîsteya kurt de cih girt û bû yek ji 10 fînalîstan.  ‘Bad Hunter’ jî di 88emîn Xelatên Akademiyê, Oscarê de, di nav lîsteya kurt de cih girt.