BI ROJ APOLLON BI ŞEV ATHENA

Derhêner: EMİNE YILDIRIM

Mawe: 112’

Sala Çêkirinê: 2024

Zimanê Fîlm: TIRKÎ

Jêrenivîs: KURDÎ-INGILÎZÎ

 

Sînopsîs

Defne ya di sêwîxaneyê de mezin bûye, di xamebûna xwe de dest bi dîtina xeyaletan dike. Defne biryar dide vê jêhatîbûna xwe ya nû ji bo dîtina rûhê dayika xwe bi kar bîne û xwe li bajarê kevnar ê Side’ê dibîne. Di vê rêwîtiya fantastîk de, ew ê Huseyînê çepgir yê radîkal, Nazîfeya stranbêja pavyonê û rahîbeyek ji Serdema Kevnar tevlî Defne bibin.

Jînenîgarî

Emîne Yildirim senarîst û hilberînereke xelatgir e. Piştî ku ji Beşa Rêveberiya Karsaziyê ya ODTÛ’yê mezûn bû, xwendina lîsansa bilind li Beşa Sînemayê ya Zanîngeha Bilgiyê qedand. Hilberîna fîlmên wekî Kusursuzlar, Ziazan, Gri Bölge pêk anî. Bi senaryoya fîlmê Kusursuzlar, Xelata Senaryoya Herî Serketî ya Festîvala Fîlman a Enqereyê û Xelata Serkeftinê ya Bilge Olgaç a Uçan Süpürge wergirt. Li Zanîngeha Kadir Has dersa senaryoyê dide.